Artêşa Îsraîlê: Ji sedî 40 ê bajarê Xezeyê di bin kontrola me de ye

Berdevkê artêşa Îsraîlê Effie Defrin diyar kir ku wan ji sedî 40 ê bajarê Xezeyê kontrol kirine.

Defrin êvara Pêncşemê li televîzyonê axivî û diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji sedî 40 ê bajarê Xezeyê kontrol kiriye.

Defrin diyar kir ku operasyon wê rojên bê 'Hîn berfireh' bibe û zexta li ser Hamasê bê zêdekirin. Defrin got, "Hamas wê li bajarê Xezeyê rastî hêza giştî ya artêşê bê. Heta ku em wan têk bibin em ê zextê zêde bikin."

Heman rojê di êrîşên hewayî û topbarana artêşa Îsraîlê de li Şerîda Xezeyê 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 30 ji wan li bajarê Xezeyê jiyana xwe ji dest dan.